Trump daxuyanîyên xwe yên kustex didomîne: Bidestxistina Xezzeyê ew ê baş be

Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump weha got, “Kontrolkirina Xezzeyê û xwedîbûna wî ew ê tiştekî baş be.”

Serokê Emrîkayê Trump, dema ku li Qesra Spî bi serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu re hevdîtinê kir daxuyanî da, û îfade kir ku ew dixwaze herba li Xezzeyê dawî bibe û ew ê ev jî di demeke pêş a ku wê ne dûr be de çêbibe.

Ji Trump re hat pirsîn ku “Tu di dema kampanyaya hilbiljartinê de gotibûy ‘ez ê herba li Xezzeyê biqedînim’, gelo hûnê çibikin di vî warî de?”. Trump jî ji vê pirsê re weha bersiv da, “Ez dixwazim ku bibînim herb dawî bibe û ez wisa difikirim ku ev jî ew ê di demekî de -ew dem ne gelek dûr e- bi dawî bibe.”

Trump, destnîşan kir ji bona ku êsîrên di destê HAMASê de bêne serbesthiştin xebat berdewam dikin, xelaskirina hemû êsîran “pêvajoyekî dirêj e”.

Donald Trump îfade kir ku, “Kontrolkirin û îdarekirina Xezzeyê ya ji teref hêzekî aştî mînak wek Emrîkayê ew ê tiştekî baş bibûna.” Di daxuyanîyê de bicîhkirina Xezzeyîyan ya ji welatekî dinê re jî disa hat rojevê.

Netenyahu jî agirbesta ku hinek êsîr hatibûn serbeshiştin bibîrxist û got, “Niha em li ser peymanekî ku dixwazin bila serfiraz be dixebitin. Em bibiryarin ku hemû êsîran xelas bikin.”

Netenyahu îfade kir ku ew bi Trump re, derheqê pêşeroja Xezzeyê de “vîzyona cesûr” jî axivîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar