Trump: Em ê di demeke nêz de ji Sûrîyê vekişin

Serokê Amerîka Donald Trump destnîşan kir “ Em ê di demeke nêz de ji Sûrîyê vekişin.”

Derbarê vekişîna Amerîka ya ji Sûrîyê de ji teref Serokê dewleta Amerîka Donald Trump ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “ Em ê di demeke nêz de ji Sûrîyê vekişin. Em ê dev jê berdin, bila hinek kesên din pê mijûl bibin. Bes sedemeke me hebûna me ya li Sûrîyê hebû ew jî DAIŞ. Di warê micadeleya bi DAIŞê re hema hema em gihaştin armanca xwe.”

Berdevkê Serokatîya Wezareta Karên Derve yê Amerîka Nauert jî derbarê mijarê de wiha got: “Ez ji wê polîtîkaya me ya ji Sûrîyê vekişînê haydar nînim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe