Trump: Guantanamo dê vekirî bimîne

Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump bo Kampa Êsîran a Guantanamo vekirî bimîne qerarname îmze kir.

Donald Trumpê Serokê Dewleta Amerîkayê piştî axavtina xwe ya ewil a denglêkirina netewê re qerarnameya serokatîyê ya ku tê de tê xwestin Kampa Êsîran a Guantanamo vekirî bimîne îmze kir.

Trumpê ku qerarnamê îmze kir derbarê mijarê de diyar kir ew sozeke din a ku di dema kampanyaya hilbijartinê de dabû bi cî anîye. Trump di berdewama axavtina xwe de bo wan êsîrên ku ji welatên Îslamê hatine anîn got “Ew kesên ku di kampê de dimînin sûcdarên ji rêzê nîn in, ew şervanên dijmin in. Dema ku ev kes li derveyî welêt hatin girtin divê li wan muameleya terorîstan bê kirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e