Trump: Hamas nikare li Xezzeyê bimîne

Serokê Emrîkayê Donald Trump diyar kir ku HAMAS nikare li Xezzeyê bimîne û di şert û mercên heyî de berdana êsîrên siyonîst ne mimkûn e.

Serokê Emrîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî de ji Axios re got ku hin endamên payebilind ên rejîma sîyonîst li dijî êrîşên plankirî yên li ser Xezzeyê ne ji ber ku ew ditirsin ku êrîş ewlehiya girtiyan bixin talûkeyê.

Trump îddîa kir ku HAMAS di bin şert û mercên heyî de dê êsîran serbest bernede, û diyar kir ku azadkirina wan pir dijwar e.

Trump got ku gavên din ên li Xezzeyê û gelo HAMAS dê li herêmê bimîne an na, divê ji hêla rejîma siyonîst ve werin destnîşankirin û got, "Ew nikarin li wir bimînin."

Di heman demê de, nûnerê taybet ê Qesra Spî Steve Witkoff û Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman el-Tanî li ser îhtîmala peymanek berfireh ji bo bidawîkirina şer û berdana girtiyên li Îbîza, Spanya, nîqaş kirin.

Di heman demê de, şandeke Hamasê ji bo ku bi rayedarên îstîxbarata Misrê re li ser îhtîmala ji nû ve destpêkirina danûstandinên ji bo agirbest û bicihkirina girtiyan li Xezzeyê biaxive, çû Qahîreyê. Şanda Hamasê du hefte berê piştî têkçûna danûstandinên li Qeterê gihîştibû Tirkiyeyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar