Serokê Emrîkayê Donald Trump, derheqê peymana agirbesta ku ket merîyetê de daxuyanîyên kustex da. Trump, ji bo Hamasê got ku ji bona ku ew bi peymanê re girêdayîbin wê “firsedek biçûk” bidinê. Heger peymanê û agirbestê jî îxlal bikin ew ê “tevgerê ji holê rabikin.”
Donald Trump Serokê Emrîkayê îfade kir ku ew ê artêşa Emrîkayê li hember HAMASê beşdarî tu êrîşekî leşkerî nebe, “Bi dehan welat hene ku dixwazin beşdarî hêza navneteweyî bibin ji bo parastina îstîqrara li Xezzeyê, ew ê wan welatan memnûn bin ku midexele bikin.” xeyn ji vêya Trump weha jî got, “îsraîl di hazir de disekine. Dema ku bixwazin ew ê di nav du deqîqeyan de bikevin dewrê, lê me hêna vêya nexweştîye.”
Ji HAMASê daxuyanî
Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xelîl el-Hayye jî ji qenala “el-Qahîre el-Îhbraîye” re li Qahîreyê axivî û bal kişand ku ew ji peymanê re girêdayî ne. Hayye got, “Em, bibiryarin ku heta dawîya peymanê herin. Di derxistina cenazeyê êsîran de jî em samîmîne.” (ÎLKHA)