Trump: îsraîl, li Xezzeyê ji bo 60 rojan agirbestê qebûl kir

Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump, daxuyand ku rejima sîyonîst ji bo 60 rojan li Xezzeyê agirbestê qebûl kir. Trump, destnîşan kir ku ew ê di vê pêvajoyê de teşebûsê xwe yên dîplomatîkî bidomîne.

Trump, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand, diyar kir ku temsîlvanên wî bi rayedarên sîyonîstan re di warê Xezzeyê de civînekî “çêker û dirêj” li dar xistin. Wî îfade kir ku piştî civînê rejima îşxalker ji bo 60 rojan agirbestê qebûl kirîye.

Hat îfadekirin ku rewşa dawîn a pêvajoya agirbestê ew ê ji Qeter û Misirê re were pêşkêşkirin. Trumpê dûre weha got, “Ez hêvî dikim ku ew ê HAMASê vê peymanê qebûl bike yan na çîmkî ew ê rewş ber başîtîyê ve neçe, bîleqas xerabtir bibe.”

Ji teref CNNê ve hat îfadekirin ku ji bo merîyeta peymanê divê HAMASê jî qebûl bike û li gorî texmînan hêna jî di destê HAMASê de 50 êsîr hene, ji van jî 20 hebên wan di heyatê de ne.

Ji hêla sîyonîstan ve jî ji 20 hezaran zêdetir mehkûm di girtîgehên îşxalkeran de ne. Mehkûmên Filistînî dûçarê îşkence, lêdan, birçîbûnî, bêdermanî, tîbûnî û meameleya xerab dibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin