Trump: Li Xezzeyê agirbest pir nêz e

Serokê Emrîkayê Donald Trump, daxuyand ku ew ji pevguhertina êsîran û agirbesta li Xezzeyê re gelek nêz in. Trumpê di Qesra Spî de daxuyanî da û got, “Îro an jî Sibe di vê meseleyê de em ê daxuyanîyê bidin.”

Ev daxuyanîya Trumpê, piştî plana agirbesteke nû ya ku Temsîlkarê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Emrîkayê Steve Witkoff belav kirîye hat daxuyandin.

Plana ku Steve Witkoff pêşnîyaz kirîye, di nav xwe de agirbestekî 60 rojî di nav xwe de dihewîne. Di vê pêvajoyê de tê texmînkirin ku ew ê HAMASê 28 êsîran (10 dijî, 18 jî mirîne) serbest berde. Li hember vêya jî ew ê rejima sîyonîst 1.236 êsîrên Filistînî û 180 cenazeyên Filistînî serbest berde. Bi tevî îlankirina agirbestê ew ê ji Xezzeyê re jî alîkarîyên însanî bêne şandin û ji bo agirbestekî mayînde mizakere dest pê bike.

Rejima sîyonîst daxuyand ku ew ê pêşnîyara Witkoffê qebûl kirine. Encax, Hamasê jî îhtîrazên xwe yên ku planê ku garantî nake ew ê êrîşên leşkerî yên li dijî Xezzeyê dawî bibin û artêşa îşxalê ji Xezzeyê vekişe anît ziman. Rayedarên HAMASê, destnîşankirin ku daxwazên ên bingeh ku rakirina dorpêça li Xezzeyê û agirbestekî mayînde nehatine qebûlkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar