Trump di civîna bi Ebdullahê 2. a Qralê Urdunê re de got, “Ez dixwazim Xezze ji bo cihên tetîlê û bînayên ofîsê wê bibe milkekî bikar.” Trump her wiha ji gotinên xwe yên berê ku digot emê Xezzeyê bikirin vegerîya.
Trump wiha got, “Wê hewce neke ku em bistînin… Em bibin xwediyê Xezzeyê, wê hewce neke ku em bistînin, tiştek ku em bikirin tune ye. Herêmeke ku ji şer zirar dîtiye. Em ê bi dest bixin, em ê biparêzin, em ê qîmetê bidin wê, em ê di dawiyê de bixin meriyetê, li Rojhilata Navîn wê gelek kar ji gelên Rojhilata Navîn re were vekirin. Ew ê ji bo mirovên li Rojhilata Navîn be, lê ez difikirim ku ew bibe elmasek.”
Qral Ebdullah derheqê bicîhkirina li cihekî din a Filistînîyan de got, “Divê em bifikirin ku ev kar wê çawa li gorî her kesî be.” (ÎLKHA)