Trump tehdîd kir: Divê bi lez û bez Tehran bê tehlîyekirin

Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump, li ser gengeşîya Îran-rejima sîyonîst Lûtkeya G7 a li Kanadayê zû terk kir û çû Washingtonê.

Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump, piştî zêdebûna gengeşîya Îran û rejima îşxalker Lûtkeya Serokên G7yê ku li Kanadayê dihat tertîpkiri zû ter kir. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku Trumpê, “Ji ber cîddîyeta meseleyên li Rojhilata Navîn” piştî şîva ku bi serokên welatên di lûtkeyê de xwar vegere Washingtonê.

Trumpê, piştî hevdîtina ku bi Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer re kir daxuyanî da û ji rojnamevanan re got, “Ez li Îranê çekên nukleerê naxwazim ku bibînim û ji bona ku ev tişt çênebe çi hewcebe wan gavên davêjin.”

“Divê bi lez û bez hemû kesên li Tehranê bêne tehlîyekirin”

Trumpê, îfade kir ku ew berê ji Îranê de derheqê meseleya bernameya nukleerê de 60 roj qewl daye encax Tehran di vê pêvajoya peymanê îmze nekirîye. “Min ji Îranê de 60 roj qewl da lê ew gotin ‘na’. We dît ku di roja 61emîn de çi bû” û bi vê şeklê êrîşa li dijî Îranê bibîranît.

Donald Trump dûre îfadeyên tund bikaranît û got, “Divê hemû kesên ku Tehranê bêne tahlîyekirin. Îran, wê tiştê ku min ji wan re gotibû îmze bike divê îmze bikirana. Min çend caran vêya got. Îmzenekirina Îranê aptalîyekî ye.”

Ekîba ewlehîya netewê bi lez û bez gazî civînê kir

Li gorî xebera ku di çapemenîya Emrîkayê de derbas dibe, Trump di dema vegera xwe ya ji Qesra Spî re de wê bi şêwirmendê ewlehîya netewî re civînekî acîlî li dar bixe. Di xeberakî ku Fox News belav kirîye ku ew jî ji rayedarekî Qesra Spî bidest xistîye de Trumpê ew ê di Odeya Rewşê de bi endamên Konseya Ewlehî ya Netewî re rewşa dawîn a pevçûnên Îran-rejima sîyonîst deynin ser maseyê.

Ew ê ji nivîsa hevpar a G7ê re îmze navêje

Xeyn ji van agahîyan hat hînbûn ku Trumpê ew ê ji nivîsa hevpar a G7ê ku piştî wî berdewam kir re îmze navêje. Ev rewş tê şîrovekirin ku Washington rewşa li Rojhilata Navîn zêdetir xerab bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar