Trump tehdîdên xwe yên hovane didomîne

Serokê Emrîkayê Donald Trûmp rasterast tehdîd li 2 mîlyon sivîlên li Xezzeyê kir û bi gotina “Bedêla ku hûn bidin wê bibe cehennem” û bi gotina wî ya “Ji bo qedandina kar her tiştê pêwîst ji îsraîl re dişîne” piştgiriya xwe ya ji bo qirkirinê eşkere kir.

Serokê Emrîkayê yê îşxalker Donald Trump careke din daxuyaniyên skandal û hovane da.

Trump di peyama xwe ya li ser platforma xwe ya Truth Sosyal de bang li HAMASê kir ku demildest hemû êsîran berde û got, "Eger hûn gotina min nekin, yek endamê HAMASê jî sax namîne."

Trump di daxuyanîya xwe de weha got:

"Şalom Hamas tê maneya silav an xatirxwestinê. Hilbijartina we ye. Hemû rehîneyan niha berdin, ne paşê, an jî her tişt ji bo we qediya. Ez ji îsraîlê re her tiştê ku hewce dike ji bo qedandina kar dişînim."

Ger hûn gotina min nekin, yek endamê HAMASê jî sax nabe. Ev hişyarîya weya dawî ye. Dem hatîye ku rêveberî ji Xezzeyê derkeve. Hêna jî şansê we heye…

Li aliyê din pêşerojeke geş li benda gelê Xezzeyê ye, lê ne bi qasî ku hûn girtiyan biparêzin. Hilbijartinek biaqil bikin. Niha girtiyan berdin an jî paşê berdêla giran bidin."

Daxuyaniyên hovane yên Trump piştî ku plana Xezzeyê roja Sêşemê di Lûtkeya Yekitiya Ereban a li Qahîreyê de hat qebûlkirin û ji aliyê Hamasê ve hat pêşwazîkirin hat dayîn.

Welatên Komkara Erebî plana nûavakirina Xezzeyê ya ji teref Misrê ve bi 53 milyar dolarî hatibû plankirin erêkir. Armanca planê ew e ku heta sala 2030yan Xezzeyê veguherîne herêmek domdar û nûjen. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar