Trump, wê bi Netenyahuyê îşxalker re hevdîtinê bike

Serokê Emrîqayê yê berê Donald Trump, ew ê di 25ê Tîrmehê de bi serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahu re li Florîdayê di mala xwe de were cem hev.

Trump, got ku ew plan dike ku di 25ê Tîrmehê de di mala xwe ya li Florîdayê de Netenyahu bike mêvan.

Berîya ev gotina Trumpê rojnameya Polîtîcoyê jî gotibû ku ew ê di nav vê hefteyê de Trump bi Netenyahu re were cem hev.

Namzedê Komarîyê, serê ewil di rûpela Truth Socialê de weha gotibû “Ez sibe wê bi Netenyahu re werim cem hev” encax çend deqîqe paşê diyar kir ew plan dikin ku wê roja Pêncşemê bi Netenyahu re were cem hev.

Tê texmînkirin ku Netenyahu vê hefteyê ew ê were Washingtonê û bi Serokê Emrîqayê Joe Biden û Alîkara Serokê Kamala Harrîs re hevdîtinê bike û roja Çarşembê jî li ber Kongreya Emrîqayê axavtinek bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno