Tûgayên Qessam 11 êsîrên dinê jî serbest berda

Tûgayên Qessam, dîmenên teslîmkirina êsîrên koma 4emîn a ji Xaça Sor re parve kir.

Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam yê baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê (HAMAS), şeva duşemê 11 êsîrên rejîma îşxalkeran û 6 Taylandîyan serbest berda.

Qesssam, koma êsîran a çaremîn jî li Xan Yunusê teslîm kir, lê vê carê wan êsîran ji Derîyê Sînora Refahê dernetin, ew di Derîyê Kerem Şalomê de derketin.

HAMAS, dîmenên dema serbest berdana êsîran parve kir û dîsa di dîmenan de hat dîtin ku êsîr dema ji micahîdên Qessam vediqetin destê xwe ji wan re dihêjikînin.

Hat destnîşankirin ku ew ê li hember serbest berdana van êsîran, wê 35 Fîlîstînî bên berdan û navê wan girtîyên Fîlîstînîyan jî hat parvekirin.

Rejîma îşxalker, ji serê teqasê heta niha 150 Fîlîstînîyan serbest berda. Li hember vêya jî HAMASê ji roja Înê heta niha tevahîyê wan zarok û pîrek 50 sîvîlên sîyonîstan serbest berda.

Hat dîyarkirin ku agirbest ji bo du rojan hat dirêjkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn