Tûgayên Qessam: 4 leşkerên siyonîst li Cîbalîyeyê hatin kuştin

Tûgayên Îzzeddîn Elî Qessam ya Baskê leşkerî yê Hemasê, ragihand ku şervanên wan îro bi leşkerên qaşo artêşa rejîma îşxalker ku derbasî herêma El-Baled a Cibûliya li bakurê Xezzeyê ye bûne re ketine şer.

Tûgayên Qessam, daxuyandin ku di dema pevçûnê de şoreşgerên wan bombe, li dijî zirxî û fuzeyan bikaranîtine, di encamê de 4 leşkerên siyonîst hatine kuştin û gelekên wan jî birîndar bûne.

Ji teref Tûgayên Qessam ve doh hat daxuyandin ku ew li herêma Beyt Lahîaya Xezzeyê pênç leşkerên sîyonîstan hedef girtine û wan kuştine.

Serîyyeyên Qudsê yê baskê leşkerî ya Cîhada Îslamî jî daxûyand îro şoreşgerên wan li rojhilata Refahê wesayîtên îşxalkeran hedef girtine. Di daxuyaniya ku belavkirin de hat îfadekirin ku şoreşgerên tevgerê, bi guleyên hewayê wesayîtên îşxalkeran hedef girtine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno