Tûgayên Qessam, bi roketan li Tel Avîvê xist

Li dijî bajarê Tel Avîvê ji bajarê Filistînê roket hatin avêtin û piştî roketan li bajêr sîren hatin lêketin.

Tûgayên Îzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Ji bo bersivdayîna qetlîamên sîyonîstan a li dijî sîvîlan me bi roketan li Tel Avîvê xist.”

Çavkanîyên herêmê, diyar kirin ku Tel Avîv bi roketên M90 hatîye hedefgirtin.

Artêşa îşxalker a sîyonîst, diyar kir ku piştî roketan li Tel Avîvê sîren lêketine. Di Fermandarîya Cepheya Hindir a Îşxalkeran de jî sîren lêketine.

Hat îfadekirin ku ev operasyona roketan sê roj piştî êrîşa rejima îşxalker pêk hatîye û ev jî balan dikşîne ser xwe.

Tûgayên Qessam, herî dawîn Tel Avîvê di salvegera Tofana Eqsayê de yanê di 7ê Cotmeha 2024an de hedef girtibû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin