Tûgayên Qessam, di cepheya Nexweşxaneya Şîfayê de ji îşxalkeran re zayîadên mezin dide

Tûgayên Qessam, di pevçûnên ku li nêzê Nexweşxaneya Şîfayê bi îşxalkeran re dikevinê de zayîadên mezin didin wan û wesayîtên wan îmhe dikin.

Di qenala fermî ya Tûgayên Qessam de derheqê operasyonê de agahî hat dayîn, hat ragîhandin ku li nêzê Nexweşxaneya Şîfayê bi roketên “Yasîn 105”ê 5 wesayîtên sîyonsîtan hatin hedefgirtin.

Qessam, xeyn ji vê agahîyê ragihand ku ew li nêzê Nexweşxaneya Şîfayê komekî terorîstan bi roketên “TBG” hedef girtine, di encamê de wan kuştine, du wesayîtên sîyonîstan jî bi roketên “Yasîn 105”ê hedef girtine.

Hat ragihandin ku Qessam doh li heman herêmê jî di encama pevçûnan de çend wesayîtên sîyonîstan hedef girtine û di sefên dijmin de bûyerên mirî û birîndarbûnê pêk hatîye.

Di heman demê de Serîyyeyên Qudsê jî di nav rojê de, li Netzarîma bakurê Xezzeyê cîhê kombûna leşkerên sîyonîstan bi fuzeyan hedef girtine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno