Tûgayên Qessam, di roja 140em de bi îşxalkeran re micadeleyê dikin

Tûgayên Qessam, di roja 140em de jî di her alîyê cepheyê de bi hêzên sîyonîstan re rûbirû dibin û wan dikujin.

Di daxuyanîya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku micahîdan, di roja 140em a Hereketa Tofana Eqsayê de pevçûnên xwe yên bi hêzên îşxalkeran re didomînin.

Hat îfadekirin di encama operasyonên berxwedanê de heta niha 576 efserên û leşkerên îşxalê mirin, nêzê 3 hezar îşxalker jî birîndar bûn.

Di encama operasyonan de bi sedan wesayîtên îşxalê an bi temamî an jî bi qismî hatine îmhekirin.

Tûgayên Qessam, di daxuyanîya ku êvarê belav kir de micahîdan li Taxa Zeytûnê ji wesayîtên îşxalêr re bi roketan çalakî lidarxistine û Tûgayên Ensar jî li dijî hêzên dijmin re bi topên hewanê çalakî li dar xistine. Di dîmenan de tê dîtin ku helîkopterên îşxalê ji bo mirî û birîndarên xwe bibin xwe daxistine xwarê.

Hat diyarkirin ku Tûgayên Qessam li Taxa Zeytûnê tankekî mekavayê bi roketên Yasîn 105an hedef girtine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di doza 6-8ê Cotmehê de qerar hat dayîn
Li Çadê gundekî bi Îslamê îzzetê bidestxist
Li Xezzeyê 150 hezar pîrekên bi hemle di bin tehdîdê de ne
Li Enqereyê 4 polês hatin binçavkirin
Mirî û birîndar hene