Tûgayên Qessam, li Xezzeyê ÎHAyekî sîxûr xist xwarê

Tûgayên Qessam diyar kir ew li Xezzeyê, ÎHAya sîxûr ya ji tîpa "Skylark-2" ku aîdê rejîma îşxalê ye xistine xwarê.

Micahîdên Qessam, di roja 83yem a operasyona Tofana Eqsayê de hedefgiritna wesayît û leşkerên dijmin didomîne. Tûgay, daxuyand ku ew doh ÎHAyekî sîxur xistine xwarê.

Di daxuyanîya Tûgayên Qessam de ev daxuyanî hat dayîn, “Li bakurê herêma El Zaatara ku li bakurê Xezzeyê ye, balafira keşfê yê ji tîpa Skylark-2 ku aîdê îstîxbarata dijmin e xist xwarê.”

Qessam di berdewama daxuyanîya nav rojê de îfade kir ku ew çend wesayîtên îşxalê bi roket û teqemenîyan hedef girtine. Di encama van operasyonan de jî hinek leşker mirine û hinekên wan jî birîndar bûne.

Qessam, daxuyandibû ku ew li bakurê Xezzeyê yek, li rojhilata Kampa Cîbalîyeyê jî 2 helîkopterên dijmin bi fuzeyên Sam-18an hedef girtine.

Xeyn ji vana Serîyyeyên Qudsê yê baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî jî ji dijmin re bi fuze û topên hewanê zayîatan dide. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin