UNICEF: Êrîşa konan a li Xezzeyê dinyayê ji kur ve tesîrdar kirîye

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), daxuyand ku êrîşa rejîma îşxalker a bombekirina konên Filistînîyên ku ji cîhê xwe bûne dinyayaê gelek tesîrdar kirîye.

UNICEFê di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X parve kir de weha got, "Îro ekranên me careke din bi wêneyên zarokên tên qetilkirin, şewitandin û malbatên ku hewl didin ji konên bombebarkirî birevin tije bûne."

Di peyamê de hat destnîşankirin ku divê ev dîmen cîhanê kûr bihejînin û hat xwestin ku demildest dawî li vê tundiya hovane ya li ser zarokan bê anîn.

Di peyamê de hat gotin, "Êrîşên li dijî stargehên li Dêra Belah û nexweşxaneya El Eqsayê ku 15 zarokan jiyana xwe ji dest dane, careke din îspat kir ku li Xezzeyê cihekî ewle nîne. Divê ev şîdeta şermê ya li dijî zarokan bi dawî bibe. niha."

Di êrîşa ku şeva borî ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve hat kirin de li kampûsa Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê ya li navenda Xezzeyê 4 Filistînî şehîd bûn û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê