UNICEF: Li Sûdanê di pevçûnan de 190 zarok hatin kuştin

Rêvebera UNICEF'ê Catherine Russell diyar kir ku di pevçûnên ku piştî hewldana derbeyê li Sûdanê derketin de 190 zarok mirin û hezar û 700 zarok jî birîndar bûn.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derbarê pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez (HDK) yên li Sûdanê de daxuyanî da.

Rêvebera UNICEF'ê Catherine Russell ku li ser mijarê diyar kir ku weke her pevçûnê di vê pevçûnê de jî zarok di nava kesên herî zêde mexdûr bûne û ji bo parastina wan divê hemû hewldan bên kirin.

Russell diyar kir ku di şer û pevçûnan de 190 zarok hatin kuştin û hezar û 700 zarok jî birîndar bûn, bang li hemû aliyan kir ku erkên xwe yên li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi cih bînin û ewlehiya zarokan biparêzin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Sudan Haberleri

Savaş ve darbeler ülkesi: Sudan
Sudan'da son durum
DSÖ'den Sudan'da "biyolojik tehlike" uyarısı
460 ölü, 4 bin 63 yaralı
Sudan'da bayramın ilk günü çatışmalarda 59 kişi öldü