UNICEF: Li Sûrîyê hejmara mirina zarokan du qet zêdetir bû

Li gor rapora Fona Alîkarîya Zarokna a Nateweyên Yekbûyî di herba li Sûrîyê de bes di sala 2017an de li gor salên din hejmara mirina zarokan du qet zêdetir bû.

Ji teref UNICEFê (Fona Alîkarîya Zarokna a Nateweyên Yekbûyî) ve derbarê şerê li Sûrîyê de raportek hat weşandin. Di raporta ku hat weşandin de bal hat kişandin li ser zêdebûna mirinên zarokan û hat destnîşankirin li Sûrîyê bo zarokan her ku diçe xetere zêdetir dibe.

Li gor daneyên raporta ku hatiye weşandin derbarê mijarê de hat destnîşankirin “Di sala 2017an de ji ber tundîyê gelek zarok mirin. Hejmara mirina zarokan a di sala 2017an de li gor sala 2016an ji sedî 50 zêde bû.” Her wisa hat destnîşankirin hejmara zarokên mirî teqabûlî pêncyekê temamê mirîyan dike.

Di raportê de her wisa hat diyarkirin zarokên ku seqet mane îhtîmal e ku bi îhmalê re rûbirû bimînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin