UNRWA ew ê çalakîyên xwe yên li Xezzeyê bidomîne

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo penaberên Filistînî (UNRWA) ragihand ku tevî astengîyên rejîma sîyonîstî ew ê li Xezzeyê xebatên xwe bidomînin.

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini diyar kir ku ajans bi biryar e ku li Xezze û Şerîeya Rojavayê xebatên xwe bidomîne piştî ku qedexeya rejîma îşxalker a li ser operasyonên wê di 30ê Çileyê de kete merîyetê.

Lazzarini ji rojnamevanan re got ku girtina UNRWA dê alîkariyên mirovî yên navneteweyî yên li Xezzeyê "bi giranî qels bike".

Lazzarini der barê sedema vê yekê de diyar kir ku UNRWA tekane sazî ye ku dikare xizmetên bingehîn ên tenduristiyê û perwerdehîyê li Xezzeyê bide û piştî ku agirbest bikeve meriyetê dê bi lezgînî hewcedariya van xizmetguzariyan hebe.

Rejîma îşxalekr îddia dike ku Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) û komên din ên çekdar ên li Xezzeyê ketine UNRWAyê, tesîsên wê bi kar anîne û alîkarî bi dest xistine. Lê belê der barê van îddîayan de ti delîl ji teref îşxalkeran ve nehatîye dayîn û ev îddîa ji teref komên berxwedanê yên Filistînê ve bi tundî tên redkirin.

Hemû Filistîniyên li Xezzeyê, ku niha hejmara wan bi qasî 2 milyon kes in, ji bo xizmetên tenduristiyê yên bingehîn bi UNRWA ve girêdayî ne. Her wiha li Xezzeyê 650 hezar zarok ji bo perwerdehiyê xwe dispêrin UNRWA. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê