UNRWA: Li Xazzeya ber bi xelayê ve tê ajotin rewş di asta felaketê de ye

Ajansa Avadanî û Alîkarîyê ya Penaberên Filistînî ya Rojhilata Navîn a Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa li Xazzê de got ku rewş her ku diçe xirabtir û girantir dibe.

UNRWA di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de diyar kir li Xazzeya ber bi xelayê ve tê ajatin rewş di asta felaketê de ye û dû re wiha got: “ Ji bo însan bi şiklekî bê tirs û kuştin karibin xwe bighînin alîkarîyan lazim e rê bê vekirin. A niha ekîbên girêdayê Ajansa Avadanî û Alîkarîyê ya Penaberên Filistînî ya Rojhilata Navîn a Neteweyên Yekbûyî li Xazzê di nav sed zehmetîyê de dixebitin da ku alîkarîyê bighînin wan kesên birçî û feqîr.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno