UNRWA: Li Xezzeyê hemû qaîdeyên şer hatin şikandin

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Fîlîstînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA), Philippe Lazzarini weha got, "Şert û mercên hemû şeran hene. (Li Xezzeyê) ev hemû şert û mert hatin şikandin."

Komîserê Giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini, di daxuyanîya xwe ya li ser Xê destnîşan kir ku êrîşên sîyonîstan ên li ser Xezzeyê zêde bûne, di êrîşên dawîn de zêdetir sîvîl şehîd bûn û birîndar bûn.

Lazzarini got, "Êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan zêde bûne, divê cîhan xwe bi vê yekê re nehêle. Li her şerî qural û qaîde hene, lê li Xezzeyê hemû qural û qaîde hatin îxlalkirin.”

Lazzarini bal kişand ku agirbesta li Xezzeye “pir dereng ma” û weha axivi: "Divê sivil li kuderê lê Xezze jî di nav de ne bêhna xwe bidin û kesên rehîne demildest serbest bên berdan. Wext ji xwe zêde derbas bû." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê