UNRWA: Li Xezzeyê li serê kîlometreyê 274 kes an mirî, an birîndar an jî winda ne

Ajansa Alîkarîya Penaberên Fîlîstînî yê Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku li Xezzeyê di serê kîlometreyê de 274 însan an dimrin, an birîndar dibin an jî winda dibin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji bona ku hûn dixwazin resma trajedî, tirs, endîşe û travmaya ku însanên li Xezzeyê dijîn çêbikin, li derdorê xwe binhêrin gelo ew qas însan heye an jî tineye.”

UNRWA, banga xwe ya ku ji bo sedemên însanî li Xezzeyê agirbestekî bê îlankirin kiribû dubare kir.

Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê roja Duşema borî diyar kiribû ku artêşa îşxalê li Xezzeyê di nav qirkirina ku 150 roj e li dar dixe de 2 hezar û 675 qetlîaman li dar xistîye.

Di encama wan qetlîaman de heta niha nêzê 31 hezar Fîlîstînî şehîd bûne û herî kêm 7 hezar însan jî hêj winda ne. Li gorî daneyên hikûmetê ji sedî 70 mirovên ku winda bûne jî pîrek û zarok in. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin