UNRWA: Nexweşxaneyên li Xezzeyê li ber mirinê ne

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) got ku "Nexweşxaneyên li Xezzeyê bûne xefikên mirinê".

Di nivîsa ku li ser hesabê Xê yê UNRWAyê hat weşandin de weha hat gotin: "Li Xezzeyê nexweşxane ji xefika mirinê re veguherîyan, malbat ji hev qetîyan, zarok ji sermayê mirin, ji ber birçîbûnîyê canê xwe ji dest dan."

Di daxuyanîyê de banga "agirbesta lezgîn" hat kirin.

Ev daxuyanîyên UNRWAyê piştî wê yekê hatin ku sê nexweşxaneyên giştî li bakurê Xezzeyê, nexweşxaneyên Kamal Advan, Beyt Hanûn û Endonezyayê ji ber zêdebûna êrîşên îşxalê ji xizmetê derketin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, tenê 14 ji 36 nexweşxaneyên herêmê niha bi qismî li Xezzeyê kar dikin û bi kêmasîya ciddî ya lazimatîyan re rû bi rû ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê