Vegera ji axên pîroz dest pê dikin

Bi hezaran Misilmanên ku wezîfeyên xwe yên li axên pîroz li dar xistin û bûn hecî, tewafa xwe yên xatirxwestinê dikin û vedigerin. Vegera ji Tirkîyeyê re jî ew ê îro dest pê bike, qefîleya dawîn jî ew ê ji 7ê Tîrmehê de ji Medîneyê derkeve.

Misilmanên ku ji bona bibin hecî çûn axên pîroz, piştî ku wezîfeyên xwe yên hecê bikaranîtin êdî dest bi xatirxwestina axên pîroz dikin.

Misilmanan di Erefeya Cejna Qurbanê de li Erefa û Muzdelîfeyê wezîfeyên xwe bikaranîtin, dûre jî derbasê Cemeratê bûn û li wê derê jî cemreya akabeyê ku wek şeytanê mezin tê binavkirin e 7 keviran avêtin û herî dawîn jî li Kabeyê tewafa xwatirxwestinê û sey’a xwe kirin.

Misilmanên ku bi wekaletî qurbanên xwe serjêkirin û xwe tiraş kirin ji îhramê derketin û bûn hecî, di roja duyemîn û sêyemîn de jî keviravêtina ji şeytan re berdewam kirin.

Hecîyên ku gihaştin herêma Cemeratê, heft kevirên ku li herêmên Muzdelîfe û Erefayê kom kirin di roja duyemîn û sêyemîn a Cejnê de kevir avêtin şeytanên biçûk, orte û mezin.

Piştî keviravêtina ji şeytan re hecî berê xwe dan Kabeyê, ji bona ku tewafa xwatirxwestinê bikin û ji Cemeratê çûn Mescîdî Heramê.

Hecîyên ku gihaştin Mescîdî Heramê, tewafa xwatirxwestinê kirin.

Ew ê îro hecîyên Tirkîyeyê dest bi vegerê bikin, qefîleya dawîn jî wê di 7ê Tîrmehê de ji Medîneyê vegerin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar