Walîtîya Dîyarbekirê daxuyand ku Ecrîna 12 salî ya ku jê xeber nedihat girtin hatîye dîtin

Ecrîn Evrîma 12 salî li navçeya Rezan a Dîyarbekirê dijîya, piştî ku ji mala xwe derketibû winda bûbû. Walîtîya Dîyarbekirê, daxuyand ku ew, Ecrîna ku herî dawîn peyamekî wek ‘Ez diçim bavê xwe digerim’ avêtibû û winda bûbû dîtine.

Ecrîn Erîma ku li Taxa Bagcilara navçeya Rezan bi tevî dîya xwe Bûşra Erîm û xaltîya xwe ve dijîya, ji dîya xwe re peyamek avêtibû û gotibû, “Dayê min meraq neke, êdî tebatî nayê min. Ez diçim bavê xwe digerim.” Û ji malê derketibû.

Bûşra Erîma dîya Ecrîn ku xeber ji qîza xwe nestand, çû qereqolê û serîlêdana windabûyînê kir.

Walîtîya Dîyarbekirê, daxuyand ku ew, Ecrîna ku herî dawîn peyamekî wek ‘Ez diçim bavê xwe digerim’ avêtibû û winda bûbû dîtine.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Li navçeya me ya Rezan a bajarê me, di dîroka 18ê Kanûna 2024an de, ji ser xebernestandina ji Ecrîn E.ya 12 salî ku ji mala xwe derketîye û çûye ji teref dîya wê ve ji yekîneyên me yên ewlehîyê re serîlêdana windabûnîyê hat kirin. Ji teref ekîbên me yên taybet a Midûrtîya Ewlehî ya Dîyarbekirê ve bi tevî îmkanên teknîkî xebateke tîtîz hat kirin û di encama xebatan de zaroka winda bi selametî hatîye dîtin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê