Walîtîya Dîyarbekirê: Di qezaya Licê de 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn

Ji teref Walîtîya Dîyarbekirê ve derheqê qezaya ku li ser rêya Liceyê qewimî de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de Walîtî diyar kir ku 5 kesan canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîyê qeza îro di saet 09.00an de li mezrika Heylo ya gundê Qerehesenê pêk hat.

Piştî qezayê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin û mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Walîtî, ragihand ku 2 kes li cîhê bûyerê 3 kes jî li nexweşxaneya ku hatin rakirin canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku tedawîya birîndaran ku 11 kes in û ji wan 3 kes rewşa wan giran in, li nexweşxaneyê berdewam dikin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tesîsa parzûnkirina ava pîs a DİSKÎyê Çemê Dîcleyê û xelkê derdorê jehrî dike
Heke kêmasîya deng ji 3 hefteyan zêdetir bikişîne îhmal nekin
Li ser qezaya xofdar a li Licê daxuyanî
Qezaya Licê de amardeyê merdeyan vejiya 7
Hebûna te tirsa herî mezin a dijminên Îslamê ye