Walîtiya Êlihê derbarê êrîşa çekdarî ya ku li Taxa Pinarbaşiyê pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, du welatiyên bi navê A.K. (55) û D.K. (28) ji teref kesekî nenas ve bi çekê rastî êrîşê hatine.
D.K. li cihê êrîşê mir, A.K. yê ku bi giranî birîndar bû jî, digel hemû mudaxeleyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê canê xwe ji dest da.
Nirxandinên destpêkê nîşan didin ku tê bawerkirin ku bûyer ji ber dijminatî an jî tolhildana xwînê ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku M.A.K. (17) ku wekî kiryarê bûyerê hatiye destnîşankirin, di encama xebata hevrêz a ekîbên Polês û Cendermeyan de, li nuqteya kontrolê ya Cendermeya Sînanê ya li navçeya Bismilê ya Dîyarbekirê, di wesayîta bazirganî ya ku tê de bû de, digel çeka bê destûr a ku wekî çek hatiye bikaranîn, hatiye girtin.
Hat destnîşankirin ku lêpirsîna edlî ya derbarê bûyerê de berdewam dike. (ÎLKHA)