Walîtîya Stenbolê, derheqê Ramazan Pîşkîn ku di dikana xwe de hatibû kuştin de daxuyanî da

Walîtîya Stenbolê, diyar kir ji bona faîlê qatil ku li Fatîhê Ramazan Boçkûn di nav dikana wî de kuştîye bê qefaltin xebat dane destpêkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku doh di seat 13.50yan de li dijî Ramazan Boçkûn ku di çayxana xwe ya ku li ser Ceddeya Kocamustafapaşaya Taxa Cerrahpaşayê ye de bû ji teref mirovekî ku nasnameyê wî nayê zanîn ve bi kêrê êrîş hat kirin.

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Ramazan Boçkûn ku 3 caran kêr li singê wî ketîye û ji teref ekîbên 112yê ve ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin, li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest daye. Tespîtkirina nasname û qefaltina qatilê ku Boçkûn kuştîye berdewam dike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê