Walîtîya Stenbolê: Heta niha ti îxbara hilweşandinê nehatiye

Walîtiya Stenbolê diyar kir ku di erdheja bi lerza 6,2an de heta niha tu agahî der barê wêraniyê de nehatine girtin û lêgerîna qadê dewam dike.

Walîtiya Stenbolê der barê erdheja ku di saet 12.49an de li Sîlîvrîya Stenbolê bi lerza 6.2an pêk hat de daxuyanî da.

Di parvekirina ku li ser hesabê medyaya civakî ya fermî ya walîtiyê hat parvekirin de hat destnîşankirin ku ji ber erdhejê hemû yekîne di nobetê de ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber erdheja bi lerza 6.2'an pêk hat, hemû yekîneyên me di nobetê de ne. Heta niha agahî der barê wêraniyê de nehatine bidestxistin û yekîneyên me yên têkildar xebatên xwe yên lêgerîna qadê didomînin. Em bang li welatiyên xwe dikin ku sekan bin û nêzî avahiyên ku dibe ku zirar dîtine nebin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket