Walîyê Dêrsim yê berê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hat girtin

Walîyê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de hate girtin.

Li gorî lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatiye kirin, waliyê berê Tuncay Sonel bi sûcên "tunekirin, veşartin an guhertina delîlên sûc", "zirardayîna daneyên di pergala agahdariyê de", "bi awayekî neqanûnî bidestxistina daneyên kesane" û "tunekirina belgeyên fermî" hatiye girtin.

Piştî muayeneya tenduristî şikdar şandin girtîgeha sererastkirinê. Bi vî awayî hejmara girtiyên di lêpirsînê de digihêje 12 kesan.

Di lêpirsîna windabûna Gulistan Doku de, gelek kes, di nav wan de karmendên fermî jî hebûn, berê hatibûn girtin, hinek şikdar jî bi çavdêriya dadwerî hatibûn berdan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno