Walîyê Hewlêrê Umîd Xoşnav: Di encama lêdana dronekê li malekê de du kesan jiyana xwe ji dest dan

Walîyê Hewlêrê Umîd Xoşnav ragihand ku dema ku droneke kamîkaze li malekî li gundê Zergezewî yê bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê xist, du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Walîyê Hewlêrê Umîd Xoşnav ragihand ku xaniyek li gundê Zergezewî yê navçeya Dareşakiranê bi dronê hatiye hedefgirtin û du kesên di hundir de canê xwe ji dest dane.

Hoşnav diyar kir ku ev "rojek dijwar" bû ji bo Hewlêrê, û got ku bajar bi gelek mûşek û dronan hatiye êrîşkirin.

Hoşnav diyar kir ku êrîşa li ser gund bi 3 droneyan hatiye kirin, du ji wan li zeviyan û yek jî li malekê ketiye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab