Wekîla sîyonîst Waldiger: Li Xezzeyê zarok jî di nav de divê hemû kes bêne kuştin

Wekîla qaşo ya rejima sîyonîst Michal Waldiger, di daxuyanîya ku ji Knessetê re da de kuştina zarokên Filistînî parast. Bal hat kişandin ku daxuyanîyên Waldigerê, “Bi zelalî propagandaya sûca herbê” ye, banga tehqîqatê hat kirin.

Roj bi roj qetilîamên rejima sîyonîst xerabtit dibe, zimanê nefretê ya parlamentoya îşxalê li Knessetê nîşan da jî merhaleya nû nîşan dide. Endama Sîyonîzma Dînî - Partîya Netewî ya rastgir Michal Waldiger, di daxuyanîya xwe ya skandalê de hedefgirtina zarokên Filistînî parast.

Waldiger di daxuyanîya xwe de îddîa kir ku li Xezzeyê “tu kesên mesum nemane” û got, “Zarok jî di nav de divê kî li hember kurê min derkeve hêvî dikim ku were kuştin.” Ev daxuyanî, tenê wek gotinên nefretê nehatin nirxandin, di heman demê de gotinên wê ji bo meşrûkirina qirkirinê wek bangek hat nirxandin.

Rojnameya Haaretza sîyonîstan jî îfade kir ku di eywana Knessetê de van gotinan bûn sedema acizbûnê û gelek parlamenter jî salonê terk kirin. Di heman demê de di şîroveyên ku di çapemenîya Ereban de derbas dibin de gotinên Waldigerê wek “zêhnîyeta faşîstekî” hat nirxandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar