Wekîlê Serokê HUDA PARê Şahzade Demîr: Divê Tirkîye bi krîpto-sîyonîstên hundir re rûbirû bibe!

Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê li dar xist de diyar kir ku divê li dijî avahiyên krîpto-sîyonîst û masonîk ên li Tirkîyeyê tedbîr bên girtin.

Wekîlê Serokê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisa Mezin a Millet a Tirkiyeyê li dar xist de êrîşên rejîma îşxalker a li ser Îranê bi bîr xist û xwest ku li dijî avahiyên krîpto-sîyonîst û masonîk ên li Tirkîyeyê tedbîr bên girtin.

Demîr diyar kir ku Tirkîye bi tehdîdên sîyonîst re rû bi rû ye û got, "Li welatê me avahiyeke Masonî ya cîddî heye ku bi salan e bi awayekî nepenî dixebite. Ne diyar e ku ev avahî di kîjan saziyên dewletê de tesîr dike, bi kîjan kesan re, xizmetê ji çi cure rojevê re dike û ji kê re berpirsiyar e. Nîşanên cîddî hene ku ev avahî ji medyayê bigire heya burokrasiyê, ji akademiyê bigire heya cîhana darayî di warên cûrbecûr de bi bêdengî û kûr çalak in. Êdî nayê paşguhkirin ku ev avahiyên rêxistinkirî li ser bingeha dilsoziya îdeolojîk piştgiriyê didin hev û li xalên stratejîk karmend in."

"Lazim e ku tedbîrên cîddî û berfireh werin girtin"

Demîr diyar kir ku divê ji êrîşên dawî yên li Îran û Lubnanê ders bên derxistin û got, "Li her du welatan jî derketiye holê ku servîsên îstîxbaratê yên biyanî çawa bi rêya hêmanên ku li welat kom kirine, ketine xalên krîtîk ên dewletê, çawa qedemeyên fermandariyê hedef girtine û çawa aramiya hundir hejandiye. Ji bo ku Tirkîye bi tehdîdên wisa re rû bi rû nebe, îro tedbîrên cîddî û berfireh bên girtin."

"Bêdengî an jî xemsarî dikare di pêşerojê de rê li ber krîzên pir mezintir veke"

Demir got, "Tesbîtkirina avahiyên krîpto yên ku xizmeta îdeolojiya sîyonîst dikin, eşkerekirina têkiliyên wan û dema ku pêwîst be, tasfiyekirina wan divê yek ji pêşîniyên sereke yên dewletê be," û got, "Bêdengî an jî xemsariya li hember van avahiyan dikare di pêşerojê de rê li ber krîzên pir mezintir veke."

"Ew hem berpirsiyariyeke yasayî û hem jî siyasî ye ku ev pêşniyar di zûtirîn dem de bibe qanûn"

Demîr bi bîr xist ku "Pêşniyara Qanûnê ya li ser Cezakirina Welatiyên Du Welatî yên ku Beşdarî Sûcê Komkujiyê Bûne" ku ji hêla HUDA PARê ve pêşkêşî Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê hatiye kirin, got, "Ev pêşniyar ne tenê helwestek li dijî sûcên li dijî mirovahiyê yên ku di demên berê de hatine kirin e, lê di heman demê de gavek berbiçav e ji bo parastina Tirkiyeyê ji tehdîdên bi vî rengî yên di pêşerojê de. Ji bo vê pêşniyarê, ku di wijdanê miletê me de bertekek berfireh dîtiye, hem berpirsiyariyek hiqûqî û hem jî siyasî ye ku di zûtirîn dem de bibe qanûn." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar