Wekîlên Alman ên ku dijberê Îslamê ne çûn Şamê

Komek wekîl ji partîya AfDê yê ku li Almanya bi dijberîya Îslamê tê nasîn çû Sûrîyê.

Hat ragihandin ji partîya AfDê ya ku li Almanyayê bi dijberîya Îslamê û penaberan tê nasîn komek wekîl li Şamê bi Sermiftîyê ku nêzî Esed e re hevdîtin kirin û ji teleb kirin ku penabar vegerin welatê xwe.

Wekîlên AfDyî yên ku tê diyarkirin li Şamê bi Serokê Meclîsa Sûrîyê Hammûda Sabbagî re hevdîtin kirin bi heman awayî di dema ziyaretê de bi Sermiftîyê Sûrîyê Ahmet Bedrettîn  Hassun û bi temsîlkarên cemaetên ji dînên cuda re jî hevdîtin kirin.

Partîya AfDê ya ku di hilbijartinên 24ê Îlonê de bi ser ketibû û di meclîsê de cî bi dest xistibû di meha Mijdarê de ji Meclîsa Federal teleb kiribû ku di warê qebûlkirina penaberên Sûrîyeyî de bila hikûmeta Almanyayê bi rejîma Sûrîyeyê re gotûbêjan bike.

ÎLKHA

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe