Welatên Ewrûpayê ji bi zorê têketina avahîya UNRWAyê re bertek nîşan dan

Welatên Ewrûpayê, têketina bi zorê ya îşxalkeran a ji avahîyên UNRWAyê û daxistina ala NYyê wek “mîsalek bi talûke” û “îxlalek zelal” wesifandin.

Mîsyonên dîplomatîk ên li Ramallah û Qudsê yên ku bi Yekîtîya Ewrûpayê re girêdayîne, ji êrîşên îşxalkeran re ku avêtin ser avahîyên UNRWAyê re bertekên tund nîşan dan.

Di daxuyanîya hevpar a ku mîsyonan parve kirin de hat îfadekirin ku bi zorê têketina îşxalkeran a ji avahîyê re, destdanîna li ser milkên NYyê, qutkirina xetên raginahîyê û daxistina ala NYyê û di cîhê wî de daleqandina ala xwe bi zelalî û giranî îxlalkirina Peymana Îmtîyaz û Muafîyetê ye.

Daxuyanî ji teref welatên Fransa, Elmanya, Danîmarka, Holland, Lîtvanya, Poland, Slovenya, Yewnanistan, Qibris, Awistirya, Swêd, Îsvîçre, Beljika, Portekîz û Îspanya ve hatin belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat bibîrxistin ku Peymana Cenevreyê, ji sazîyên navneteweyî yên ku di sehayêd e rolek girtine ser stûyê xwe re parastinê dide. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno