Bahoza tozê ya ku ji alîyê Sûrîyê hat û tesîra xwe li Mêrdîn û navçeyên wê nîşan da tesîreke neyînî li jiyana xwe welatîyan kir. Ji ber bahoza tozê meriv di warê berxwedîtinê de zehmetî kişandin û kesên ajokar jî farên xwe yên mijê vekirin.
Ji ber tozê welatî ji malên xwe derneketin. Rayedarên meteorolojîyê derbarê mijarê de destnîşan kirin ew ê toz heta sibe nîvrokî jî tesîra xwe bidomîne. Îsal ji ber bahozên tozê yên ku carcaran xwe nîşan ddiin dikandar û welatîyên Mêrdînê bi şiklekek neyînî tesîrdar dikin.
Pîsporan diyar kirin divê herî zêde pîr û kal, zarok û kesên ku bi wan re nexweşîya danûstandina bêhnê bi wan re hene haya xwe ji tozê bikin û dema ku mecbûr man derkevin derve bila maske bidin ber devên xwe.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Mêrdînê ve jî daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hişyarî li welatîyan hat kirin û hat destnîşankirin ji ber bahoza tozê dibe ku dar biqulibin û di veguhastina tomerî de problem derkevin.
ÎLKHA