Weqfa Êtîman bi sedan êtîman bi îdaneyan kêfxweş kir

Çend roj ji Îda Remezanê re maye, ji ber vê yekê li Sêwreka Rihayê jî Weqfa Êtîman rûyê bi sedan êtîman kêfxweş kir û ji wan re cil û bergên îdanê stand.

Êtîmên ku cil û bergên xwe standin gelek kêfxweş bûn.

“Kêfxweşîya zarokên me yên êtîm kêfxweşîya me ye”

Temsîlkarê Sêwregê yê Weqfa Êtîman Faruk Baylan, derheqê fealîyetên xwe de weha axivî:

Em wek Temsîlkarîya Sêwregê yê Weqfa Êtîman, berîya Îda Remezanê rûyê êtîmên xwe kêfxweş kir. em dixwazin ku bila ev xebata me di nav civakê de bibe wesîleya biratîyê.”

Baylan di berdewama axavtina xwe de derheqê êtîman de hedîsa Pêxemberê me ku dibêje “Ez û însanê ku li êtîman binêre di cennetê de ewakî bin.” anît ziman û got:

“Em ji hemû xêrxwazên xwe re teşekur dikin û ku me ji vê xêrê re kirine wesîle. Bi rastî jî kêfxweşîya êtîman kêfxweşîya me ye. Em ê vê xebata xwe bi desteka xêrxwazên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno