Weqfa Êtîman daxwaza bexşandina heywanên qurbanî dike

Weqfa Êtîman, piştî ku amadekariyên xwe ji bo bernameya belavkirina qurbanê temam kirin, peyamek watedar dan bexşvanên xwe. Wan ji xêrxwazan xwest ku piştgiriyê bidin çalakiyên belavkirina qurbanan.

Weqfa Êtîman, ku alîkarîyê dide êtîmn û sêwîyan, wekî her sal, îsal jî xebatên xwe yên berhevkirina pereyan ji bo bernameya bexşandina heywanên qurbanî didomîne.

Weqfa Êtîman ew ê di çarçoveya bernameya Cejna Qurbanê ya 2026an de li 12 welatan belavkirina qurbanên qurbanê pêk bîne. Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl beriya Cejna Qurbanê bangek watedar li xêrxwazan kir û hemû xêrxwazan vexwend ku piştgiriyê bidin vê hewldana xêrxwaziyê.

Karavil got, "Em bi nûnerên xwe re civiyan. Me civîna xwe ya dawî ji bo serjêkirina qurbanê ku em ê di sala 2026an de li 12 welatan bikin li dar xist. Bi îzna Xwedê, hevkarên me ew ê di zûtirîn dem de bexşên qurbanê berhev bikin û hêviyê bînin herêmên bindest û êş kişandî, tesellî bidin bindestan. Bi vê minasebetê, em li benda piştgiriya hemî xêrxwazan in." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno