Weqfa Êtîman di vê cejnê de jî êtîman tenê nehişt

Weqfa Êtîman ku bi alîkariya xwe ya malî û neqdî, bi taybetî jî bi xwarinê, ji êtîman re dibe piştevanî, di Cejna Qurbanê de goştê qurbanên ku ji aliyê xêrxwazan ve bi wekaletî hatina standin û hatine serjêkirin teslîmî malbatên êtîman dike.

Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm û sêwiyan xebatên alîkariyê dimeşîne, wek her car di roja eydê de jî malbatên êtîm ên Diyarbekirê bi tenê nahêle.

Weqfa Êtîman ku ji saetên ewil ên Cejna Qurbanê vir ve bi xurtî xebatên xwe dimeşîne, bi îmkanên fedakariyê yên ku ji xêrxwazan distîne armanc dike ku xwe bigihîne bi hezaran malbatên êtîm ên mihtac.

Temsîlkarê Weqfa Êtîman yê Rezan Vedat Bîlge der barê xebatên di roja eydê de ku pêvajoya belavkirina goştê qurbanê dihat kirin de agahî da û diyar kir ku di çarçoveya alîkariyên ku bên kirin de ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Bîlge weha got, "Weke Weqfa Êtîman me goştê qurbanê yê ku ji bo me xêrxwazan teslîm kirine, wek her sal me îsal jî teslîmî zarokên êtîm û sêwîyan kir û em ê bidomînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê