Bi nêzhatina Eyda Quranê Weqfa Êtîman jî hazirîyên xwe di zûtirîn dem de dawî dikin.
Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Unsal derheqê xebatan de agahîyan da.
“Ew ê li nav welat û li derveyê welat fealîyetên me hebin”
Unsal bal kişand ku ew wek Weqfa Êtîman her sal derheqê qurbanê de organîzasyonan tertîp dikin, “Me îsal jî dest bi xebatên xwe kir. Ji Eyda Qurbanê re salekî ma û ji ber vê yekê bi îzna Xwedê em ê jî lezê bidin ji hazirîyên xwe re. Bi îzna Xwedê em ê ji bona ku ji malbatên êtîm, sêwî û bêkesan re goştê qurbanê bê dayîn xebatê bikin. Di vî warî de em bi temsîlkarên xwe re hatin cem hev, me civînek li dar xist. Em ê îsal bi îzna Xwedê hem li derveyê welat hem jî li nav welat fealîyetê bikin.”
Unsal weha berdewam kir, “Ji bo Tirkîyeyê fîyetên me 14 hezar Lîre ye. Li derveyê welat jî ew ê li Asya, Efrîqa, Efxenistan, Libnan, Sûrîye û Filistînê bexşên me hebin. Em ê ji bo Libnan, Filistîn û Sûrîyeyê qurbanên xwe serjêbikin û di nav tenekeyan de bişînin. Fîyetên me li Tirkîyeyê 14 hezar, li Efrîqayê 4 hezar, li Asyayê 4 hezar û 750; li Efxenistan, Sûrîye û Libnanê 6 hezar, li Filistînê jî 10 hezar Lîre ye. Ji ber herba li Filistînê li wê derê îmkana me ya serjêkirinê tineye. Em ê qurbanên xwe li cîhekî dinê serjê bikin û bikin nav konserveyan û bişînin.”
“Armanca me ew e ku em îsal bighêjin malbatên nû jî”
Unsal, “Înşaallah wê xêrxwazên me di vî warî de hestyar bin. Wek Eydên berê ew ê vê eydê jî ji sifreyên êtîm, sêwî û bêkesan re goştê Qurbanê bighêjînin. Ji Xwedê ji niha ve qebûl bike û ji hemû kesan razî be. Em dixwazin ku îsal xwe ji zêdetir malbatan re yanê ji malbatên nû re xwe bighêjînin. Bexşvanên me, dikarin bi nimereyên ku di sîteya me ya înternetê de ye têkilî bi me re bikin.” (ÎLKHA)