Weqfa Êtîman ji xelkê Xezzeyê re alîkarîyê kir

Ji ber êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê, Fîlîstînî mecbûr man ku mal û milkên xwe terk bikin, Weqfa Êtîman jî ji xûşk û birayên xwe re destê xwe yê alîkarîyê dirêj dike.

Weqfa Êtîman ku bi armanca ji krîza însanî ya li Xezzeyê re bibe destek dest bi kar kir, ji herêmê re alîkarîyên lezgîn ên însanî gihand. Ji xelkê Xezzeyê ku dûçarê êrîşa îşxalkeran bûne re alîkarîyên ku têne kirin dibin wek hêvîyê. Weqf ji xelkê Xezzeyê re nan û sebzeyan gihand.

Di navbera pakêtên alîkarîyê de nan, sebze û tiştên dinê hebûn.

Rayedarên weqfê, bal kişandin ku alîkarîyên ji Xezzeyê re têne kirin, li herêmê ji bona ku şert û merc baş bibin gavekî ye. Ev xebata alîkarîyê ya ku ji xelkê Xezzeyê re dibe hêvî cardin nîşan dide ku di nav yekîtî û piştgirîyê de ji lazimatîyan re bersivê dide.

Rayedarên weqfê destnîşan kirin ku ji Xezzeyê re niha ji her demî zêdetir lazimatîya alîkarîyê heye û ji ber vê yek ji civaka navneteweyî re bang hat kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno