Weqfa Êtîman ji zarokên Xezzeyî re alîkarîya cil û bergê zivistanê kir

Weqfa Êtîman, ji zarokên biçûk ên ku ji qetlîam û hovîtîya rejîma îşxalkeran xelas bûne û di konan de micadeleya jîyanê didin re alîkarîya cil û bergên zivistanê kir.

Însanên li Xezzeya ku şert û mercên zivistanê li wê derê hikim dike ji ber ku xanîyên wan ji teref sîyonîstên hov ve hatine xerakirin, di konên ku di nav bêîmkanîyê çêkirine de dimînin.

Wehşeta sîyonîstan li ber çavê dinyayê berdewam dike, di vê hovîtîyê de jî ji rejîma îşxalkeran re alîkarî we baranê dibare lê ji Xezzeyîyan re alîkarîyên ku hene jî têne qutkirin, ev jî dibe sedema dramê.

Weqfa Êtîman ku bexşên xêrxwazan wek şîva germ, kolîyên xwarinê, ambûlans û dermanan dighêjîne Xezzeyê, vê carê jî ji zarokan re cil û bergên zivistanê belav kir.

Alkarîyên ku di nav vê wehşetê de di rûyê zarokan de dibe sedema kêfxweşîyê, qasî dilopekî avê be jî birînan derman dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno