Weqfa Êtîman li Êlihê ji 100 êtîm û dayikên wan re alîkariya cilûbergan kir

Weqfa Êtîman ku bi xebatên xwe yên alîkarîyê yên ji bo sêwiyan tê naskirin, bi minasebeta "Roja Êtîmên Cihanê" li Êlihê ji 100 êtîm û dayikên wan re alîkariya cilûbergên cejnê kir.

Zarokên ku ji bo bernameya xêrxwazîyê hatin dikanekê bi dayikên xwe re kincên xwe hilbijartin.

Temsîlkarê Êlihê yê Weqfa Êtîman Musab Îmîr jî diyar kir ku bi desteka alîkarîya xêrxwazan ji bo ku êtîm cejneke dijwar derbas nekin ji bo 100 zarok û dayîkên wan piştgirîya cilûbergan kirine.

Îmîr destnîşan kir ku ev alîkarî dewam dikin û wiha got: " Her sal di roja 15emîn a meha Remezanê de bi minasebeta Roja Êtîmên Cîhanê di alema Îslamê de tê pîrozkirin. Em ji wek Temsîlkartîya Êlihê yê jı 100 êtîm û dayîkên wan re cil û bergên cejnê belav kir. alîkarîyên me bi destekên xêrxwazan berdewam dikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar