Weqfa Êtîman li Kenyayê emelîyeta Kataraktê pêk anît

Weqfa Êtîman, bi bexşên xêrxwazan li Kenyayê ji bo nexweşên Kataraktê projeyek pêk anît, di encama projeyê de gelek nexweşên kataraktê emelîyat kir û bû wesîleya dîtina wan.

Weqfa Êtîman, li Kenyayê bi bexşên xêrxwazan projeyek tenduristîyê pêk anît. Ji bo nexweşên mihtac ên ku bi nexweşîna kataraktê ku dibe sedema korbûnê re micadeleyê didin bernameya emelîyatê pêk anît, û di çarçoveya projeyê de gelek kes dîsa gihîştin îmkana dîtinê.

Xebatên ku hatin kirin di bin mesûlîyeta endamê Weqfa Êtîman Musap Îmîr û mesulê sehayê Edîp Alev de hat meşandin. Di xebatê de nexweş hatin tedawîkirin û emelîyatên wan hatin kirin.

Piştî emelîyatê tenê nexweş kêfxweş nebûn, bi tevî nexweşan malbat û xizmên wan jî gelek kêfxweş bûn. Gelê herêmê îfade dikin ku ev xizmetên tenduristîyê rasterast tesîrê jiyana wan dike û qelîteya jiyana wan zêde dibe.

Rayedarên Weqfa Êtîman, li ser tenduristîya însanan balan kişandin û gotin ku ew yek ji unsûrên bingeh a jiyana însanan e. Herî dawîn wan îfade kirin ku ew ê bi tevî piştgirîya xêrxwazan wê li erdnigarîyên cuda jî ji mihtacan re destê xwe yên xêrê dirêj bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qezaya trafîkê de doktorekî jiyana xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê şeş ​​kesên firarkirî ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn, hatin girtin
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin
Lûtkeyên çiya spî ne, bajar jî roj e