Weqfa Êtîman li Mêrdînê ji bo feqîran alîkarîya zexîreyê kir

Bi minasebeta meha Remezanê li malbatên sêwî yên ku berê ji teref Temsîlkartîya Mêrdînê ya Weqfa Êtîman ve hatibûn tesbîtkirin erzaq hat belavkirin.

Temsîlkartîya Mêrdînê ya Weqfa Êtîman bi minasebeta meha Remezanê li malbatên êtîm xwarin belav kir.

Pakêtên xwarinê yên ku bi tevkariya xwendekarên Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Hacî Suphiye Bolûnmez hatin amadekirin, ji teref endam û dildarên Weqfa Êtîman ve derî bi derî gihandin zarokên sêwî.

Temsîlkarê Mêrdînê yê Weqfa Êtîman Hadî Çakar der barê alîkariyên ku hatin kirin de agahî da û wiha got: "Me wek Temsîlkartîya Mêrdînê ya Weqfa Êtîman di meha Remezanê de bi tevkariya xwendekarên Dibistana Navîn a Hacî Suphiye Bölünmezê li êtîmên xwe yên li bajêr erzaq belav kir. Em ê bi îzna Xwedê Teala van xebatên xwe bidomînin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno