Weqfa Êtîman li Rihayê ji xwendekarên muxtac re destekê da

Weqfa Êtîman bi desteka xêrxwazan li zarokên hewcedar melzemeyên kirtasiyeyê belav kir û tevkariya perwerdehîya wan kir.

Bi çalakîya fedaî ya ku ji teref Weqfa Êtîman ve hat lidarxistin de li Rihayê ji xwendekarên hewcedar re piştgirî hat dayîn.

Di çarçoveya alîkarîyê de ji zarokên sêwî re malzemeyên ku di nav de qelem, defter, jêbirr û curbecur malzemeyên dibistanê hene hatin şandin.

Rayedarên Weqfê diyar kirin ku ev xebata watedar a bi desteka xêrxwazan pêk tê, tevkarîyê dide jiyana perwerdehîya zarokan.

Weqfa Êtîman spasiya xêrxwazên ku keda wan a alîkarîyê kir û diyar kir ku ev piştgirî dê bidomin.

Hat balkişandin ku alîkarîyên ku tên kirin ji bo ku zarok perwerdeyeke baştir bibînin xwedî girîngîyeke mezin e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin