Weqfa Êtîman, li Tanzanyayê êtîman kêfxweş kir

Weqfa Êtîman, li Efrîqayê ji bo êtîm û sêwîyan gihandina alîkarîyê didomîne.

Weqfa ku di navbera xêrxwaz û malbatên êtîm û mihtacan de wezîfeya pirê dibîne û alîkarîyan ji wan re dighêjîne, li bajaroka Bagalakuya bajara Darûsselama Tanzanyayê ji zarokên ku di êtîmxaneyê de ne re xwarinê da û bi wê fealîyeta xwe zarokên êtîm kêfxweş kir.

Weqfa Êtîman ku ne tenê li Tirkîyeyê xebatan li dar dixe, ew li çar alîyê dinyayê feqîrên mezlum bi taybetî jî ji êtîman re fealîyetan dike, bi wan xebatên xwe nav û dengê xwe dide bihîstandin, Weqf bi minasebeta Sê Mehan di êtîmxaneyekî ku 120 êtîm diman de zîyafeta xwarinê da.

Hat îfadekirin ku di beşekî êtîmxaneyê de 20 dayîka êtîman jî jîyana xwe derbas dikin. Van dayîkan jî di êtîmxaneyê de xwarina wan yê rojane çêdikin, firaq û cilê wan jî dişon.

Piştî zîyafetê zarok gelek kêfxweş bûn û dîmenên xweşik derketin holê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê