Weqfa Êtîman li Xezzeya ku bi birçîbûnîyê re micadeleyê dike şîva germ belav kir

Weqfa Êtîman ji bo piştgiriyê bide Filistîniyên ku li Xezzeyê di şert û mercên dijwar de micadeleyê dikin dest bi kar kir. Li Xezzeya ku di bin îşxal û dorpêçê de ye xwarinên germ belav dike.

Weqfa Êtîman ku ji Filistîniyên ku micadeleyê didin bi şert û mercên dijwar ên jiyanê yên li Xezzeyê re destê alîkariyê dide, xebatên xwe yên ji bo sivikkirina trajediya însanî ya li herêmê didomîne.

Ji ber ku rejîma îşxalker a sîyonîst ji ber ku bi êrîşên hewayî, deryayî û bejayî rê nade ku lazimatîyên bingehîn derbasî Xezzeyê bibin, jiyana xelkê herêmê dijwartir dike.

Weqfa Êtîman ku hewl dide trajedîya însanî ya li Xezzeyê sivik bike û sîvîl bigihêje erzaqên bingehîn, xwarinên germ li bi hezaran malbatên Filistînî belav dike.

Alîkariya ku tê kirin, ji hinek malbatan ku rojên dijwar derbas dikin re dibe rehetî.

Filistîniyan dema alîkariya ku Weqfa Êtîman xwe dirêjî wan kiribû bi minetdarî pêşwazî kirin, ew ji Weqfê re teşekur kirin.

Weqfa Êtîman ku li Xezzeya ku di şert û mercên zehmet de ji bo jiyanê micadeleyê dikin, alîkariyên xwe didomînin, Weqfa Êtîman li herêmê hewl dide êşên li herêmê sivik bike û hêviyê geş bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteya îşxalê ku derbeyên giran digre ji Refahê re eskerên îlawe dişîne
Li Şirnexê li dijî PKKê operasyon: 40 binçavî
NY: Li Refahê 600 hezar kes koçber bûn
Di Zanîngeha Dîcleyê de ji bo du rojan nobeda çadirê hat destpêkirin
Di doza 6-8ê Cotmehê de qerar hat dayîn